Şam û Îsraîl bi navbeynkariya DYE’ê hevdîtin dike

Hat diyar kirin ku, Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şeybanî ji meha Îlonê û vir ve cara ewil bi navbeynkariya DYE’yê tevlî hevdîtina bi Îsraîlê re bûye.

Ajansa nûçeyan a Sana’yê ku girêdayî hikûmeta veguhêz a Şamê ye, ragihand ku Sûriye bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê tevlî hevdîtinên bi Îsraîlê re bûye. Hat diyarkirin ku, Wezîrê Karûbarên Derve Esed el-Şeybanî ji meha Îlonê û vir ve cara ewil tevlî van hevdîtinan bûye.

Her wiha hat gotin ku Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Giştî ya Sûriyeyê Huseyîn el-Selameh jî tevlî hevdîtinê bûye.

Li gorî ajansê, armanca hevdîtinan ew e ku di navbera her du welatan de peymanek ewlehiyê ya hevseng were çêkirin.

Ajansê, cihê hevdîtin lê pêk hatiye eşkere nekir, lê belê ajansa nûçeyan a Emerîkî Axios ragihandibû ku dê hevdîtin li Parîsê were lidar xistin.